Sedir daxwaza dayîna mafê "şehîdên xwepêşandanan" dike
Muqteda Sedir sersaxî li malbatên kuştiyên xwepêşandana alîgirên Tevgera Sedir kir û ji bo birîndaran hêviya başbûnê xwest.

Hewlêr (K24) – Muqteda Sedir sersaxî li malbatên kuştiyên xwepêşandana alîgirên Tevgera Sedir kir û ji bo birîndaran hêviya başbûnê xwest.
Sedir li ser hesabê xwe yê Twitterê daxwaza mafê "şehîdên xwepêşandanan" ji aliyên pêwendîdarên vê mijarê kir û ragihand, ev qerebûya herî kêm e ku ji bo wan were kirin.
Herwiha Muqteda Sedir ji Xwedê daxwaza efûyê kiriye ji bo wan kesên ku çek hilgirtine û xwestiye ku tobe bikin û di siberojê de eger ew zindî be an jî mirî be, vî karî dubare nekin.