Parlamentoya Iraqê sê roj matemînî ragihand

Mihemed Helbûsî ji Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî daxwaz dike ku ji bo heman mebestê, matemîniya giştî li Iraqê ragihîne.

Hewlêr (K24) – Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî sê roj matemînî li parlamentoyê ragihand û ji Serokwezîrê Iraqê jî daxwaz kir, matemîniya giştî li welat ragihîne.

Ofîsa Ragihandinê ya Mihemed Helbûsî diyar kir, li ser daxwaza hejmarek ji parlamenteran, Serokê Parlamentoya Iraqê sê roj matemînî li nav parlamentoyê ragihand ji ber canjidestdana hejmarek ji xwepêşander û endamên hêzên ewlehiyê di nava bûyerên çend rojên borî de.

Di daxuyaniyê de Mihemed Helbûsî ji Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî daxwaz dike ku ji bo heman mebestê, matemîniya giştî li Iraqê ragihîne.

Ji aliyê din ve, şandeke Tevgera Sedir bi nûnertiya Muqteda Sedir, bi mebesta gihandina hevxemiya xwe ji bo malbatan, beşdarî şîna kuştiyên aloziyên çend rojên borî yên Bexdayê bûn.