ENKS ji bo parastina daristanên Efrînê bang li civaka navdewletî dike
Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) qutkirina dar û daristanên Efrînê ji aliyê grûpên çekdaran ve şermezar dike û bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan dike ku destwerdanê bike û van tawanan rawestîne.

Hewlêr (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) qutkirina dar û daristanên Efrînê ji aliyê grûpên çekdaran ve şermezar dike û bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan dike ku destwerdanê bikin û van tawanan rawestînin.
ENKSê di daxuyaniya xwe de ragihand: “Binpêkirinên tirsnak li dijî nişteciyên herêma Efrînê û sirûşta wê, ji aliyê grûpên çekdar ve bêyî nirxên exlaqî didomin. Ev grûpên çekdar çend roj berê, bi sedan hektar dar li nahiyeyên Cindirês û Meydankê û gundên derdor qut kirin, ku ev nîşaneya çanda wan a werankirina şirûştê ye.”
Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) diyar kir ku ew van kiryarên ne exlaqî, bi tundî şermezar dikin û got: “Em bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku destwerdanê bikin û van tawanan rawestînin û em bang li dewleta Tirkiyê dikin, ji ber ku herêmê kontrol dike, herêmê biparêzin û hesabê ji tawanbaran bixwazin.”
Herwiha ENKS daxwaz ji Îtîlafê jî dike ku bi erkê xwe yê niştimanî û exlaqî rabe, van kiryar û tawanan şermezar bike û tawanbaran bide dadgehê.
Çekdarên opozîsyona Sûriyê ya ku Tirkiye piştevaniya wan dike bi tawan û binpêkirinên xwe yên cuda berdewam in û dar û daristanên Efrînê jî bi berdewamî dibirin û didizin, bi awayekî ku daristan lê nemane.
Çalakvanên Efrînê girtevîdyoyek li tora civakî belav kirin, tê de diyar dibe hejmarek kes darên li derdora gola Meydanekê ya Efrînê dibirin û li barhilgirekê bar dikin û didizin. Li gorî çalakvanan, kesên ku di vîdyoyê de diyar dibin û daran qut dikin, ser bi grûpa çekdar “Sultan Murad” ve ne.
Qutkirina dar û daristanan ji aliyê grûpên çekdaran ve, karvedan û hêrseke mezin li tora civakî li pişt xwe anî. Çalakvanên Efrînê dîmenên daristanên Efrînê yên berî û piştî dagîrkirina wê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve belav kirin û diyar kirin ku piştî dagîrkirina Efrînê, gelek daristan nemane.
.jpg)
Herêma Efrînê ji Adara 2018an ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve hatiye dagîrkirin û ji wê demê ve gelek çalakvan û rêxistinên mafên mirovan raport û dîmenên qutkirina darên zeytûnan û meyweyên cuda û daristanan belav dikin û bang li dewleta Tirkiyê aliyên navdewletî dikin ku rê li ber vê tawanê bigirin, lê heta niha hemû alî bêdeng in.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê îro 1ê Îlona 2022an di raportekê de diyar kir, çekdarên mîlîşyayên Sultan Murad, Feyleq El-Şam û Ehrar El-Şam, daristana derdora gola Meydankê û daristanên di navbera gundên Kefer Rûmê, Qurtqulaq, Hilobiyê, Metîna, Gabeleka, Sînka, Berava, Çema, Omera, Dîgmedaş, Ereb Wêran, Fêrganê û Dêrsiwanê qut kirine ku hejmara darên hatine qutkirin digihe 650 hezar darî.

Her wiha da zanîn jî, grûpa çekdar a bi navê “El-Weqas” li rûbera 50 hiktarî darên daristana li rojavayê gundê Aşkaya Rojava birîne û wek êzing li parêzgeha Idlibê û bajarê Ezazê difiroşin.
Her wê rêxistinê pêr 30î Tebaxê jî di raportekê de diyar kir, grûpa çekdar a bi navê Hemzat bi armanca lêgerîna li şûnwaran, nêzîkî 500 darên zeytûnan ên gundê Dargirê yê li navçeya Mabeta hilkirine.
Herêma Efrînê, herêmek e ji bo çandiniyê lêhatî ye, piraniya xelkê wê debara xwe bi cotkarî çandiniyê dikin, ji ber wê bi milyonana darên zeytûn, sêv, hinar, tirî û cureyên cuda yên meyweyan lê hene, ji bilî wê jî gelek daristanên hiracî lê hene. Li gor çalakvanan jî, çekdarên ser bi Tirkiyê ve bi armanca têkbirina jêrxaneya aborî ya Efrînê û ta ku Kurdên Efrînê yên resen neçar bibin ji cih û warê xwe koçber û derbider bibin, bi milyonan darên zeytûnan û meyweyan û darên hircî qut kirine û şewitandine.