Rêxistineke Filistînî komlegeheke niştichkirinê li Efrînê ava dike

Di çarçoveya guhartina demografiya Efrînê de, Rêxistineke Filistînî komlegeheke niştichkirinê ava dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya proseya guhartina demografiya herêma Efrînê de, rêxistineke komelgeheke niştecîkirina Erebên hawirde li navçeya Cindirêsê ya Efrînê ava dike.

Di van çend rojên borî de, rêxistineke Filistînî ya Erebên sedsala 48an a bi navê Saziya Xêrxwazî ​​ya Wefaa El-Muhsinîn, qonaxa yekem a avakirina komelgeha niştecihbûnê ji bo bicihkirina Erebên hawirde li ser axa Efrînê bi dawî kir.

Ev komelgeha niştecihbûnê, piştî qutkirina darên daristanan li li çiyayê Hecî Mihemed li nêzî gundê Kefer Sefrê yê ser bi navçeya Cindirêsê ve tê avakirin. 

Li gorî zanyariyan, vê saziya Felestînî, piştî bidawîhatina qonaxa yekem a komelgehê, 34 xanî radestî Erebên Sûrî û filistînî kirin.

Di vê komlegehê de ku dê 250 xanî bi binesaziya temam wek dibistan, mizgeft û dukan bên avakirin, niha kar di qonaxa duyemîn de berdewam in û bi piştevaniya gelê Omanî dê 80 xanî werin bikin.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve herêma Efrînê ji Adara 2018an ve dagîr kirine. Li gorî çalakvanên Efrînê, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdaran ve bi avakirina van komlegehên nişticihkirinê, hewl didin demografî û nasnameya Efrînê biguhêrînin.

Komelgeheke nişticihbûnê li Efrînê
Komelgeheke nişticihkirinê li Efrînê

Projeya 'vegera dilxwazî' a Tirkiyê

Ev yek, di çarçoveya projeya “vegerandina milyonek penaberan” a ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di Gulanê de ragihandibû, tê.

Erdogan di 3ê Gulanê de projeya bi navê "vegera dilxwazî" ya milyonek penaberên Sûrî bi desteka rêxistinên Tirkiyê û navneteweyî, eşkere kiribû.

Berdevkê Wezareta Navxwe yê Tirkiyeyê Îsmaîl Çatakli duhî ragihandibû, heta niha 521 hezar û 39 penaberên Sûrî vegeriyane welatê xwe.

Di vê derbarê de jî ENKSê pêştir ji daxuyaniyekê de diyar kiribû: Tirkiyê bi awayekî fermî projeya xwe ya ku navê 'vegera dilxwazî' ragihandiye, da ku milyonek penaberên Sûrî yên li Tirkiyê vegerîne û 13 komelgehên li bakurê Sûriyê bi cih bike, ev proje dikeve çarçoveya proseya guhertina demografî ya bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê.

Komelgeheke nişticihkirinê li Efrînê

Guhartina Nasnameya Efrînê

Di çarçoveya guhertina demografiya bajarê Efrînê û avakirina komlegehên nişticihbûnê de, Komela Destên Spî yên Kuwêtê qonaxa duyem a gundê “Basma” roja 29ê Adara 2022an vekir ku ji 8 komelgehan nû (125 xanî) pêk tê. Her wiha kar di avakirina 6 komelgehên din de jî berdewam e.

Di meha Nîsana borî de jî grûpa Sultan Murad li nêzî gundê Kefrûmê yê navçeya Şera, komelgehek ji bo xelkê bajarê Humsê ava kir, hejmara xaniyan nêzî 360 xaniyan e.

Her wiha amadekarî ji bo avakirina komelgehên din niştecihbûnê li gundê Axclê yê li navçeya Cindirisê û gundê Omera li navçeya Şera tê kirin, ku komên çekdar dest bi kolandina zeviyên çandiniyê û hilkirina darên welatiyên Efrînê yên bi darê zorê koçber bûne, kirin.

 

Fly Erbil Advertisment