Girtina ava Firatê ji aliyê Tirkiyê ve li ser li xelkê Kobanê bûye metirsiyeke cidî
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber girtina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirkiyê ve, asta ava çemî li herêma Kobanê gelekî kêm bûye, bi vê yekê re golên avê û çirav çêbûne û ava wê ya qirêj li ser jiyana xelkê deverê bûye gefeke metirsîdar.
Hevserokê Gerînendetiya Avê ya Kobanê Mesûd Bozî da zanîn, ava çemê Firatê li hin cihan bûye çirav. Ew jî ji ber qutkirina wê ji hêla dewleta Tirkiyê ve ye û êdî ev av qirêjî bûye û li ser jiyana welatiyan bûye gefeke metirsîdar.
Bozî got jî: “Tevî kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê, lê metirsiyeke din jî heye, ew jî metirsiya çiravên ku piştî kêmbûna avê çêbûne. Ev çirav vîrûsan çêdikin û tevî ku av bi madeya klorê tê dezenfektekirin, lê metirsî her dimîne.”
Hevserokê Gerînendetiya Avê ya Kobanê amaje bi wê yekê kir, xeta avê ya ji bo Kobanê û gundewarên wê yek e û yedekên wê jî tune ne. dema pirsgirêk di xetê de derdikevin û karmendên wan diçin xetê çêbikin, leşkerên Tirkiyê guleyan li wan direşînin û karmend vedikişin, ji ber wê carcaran av li ser bajêr qut dibe.”
Tirkiye ji du salan ve 200 metro sêcar di çirkeyekê de ava çemê Firatê berdide. Li gor peymana navdewletî ya di navbera Sûriye û Tirkiyê de ya sala 1980 û 1994an de, divê Tirkiye 500 metro sêcar di çirkeyekê de berde.
Rêveberiya Bendavan a Rêveberiya Xweser bang li Netewên Yekgirtê û aliyên pêwendîdar dikin, ta ku çareseriyekê ji vê pirsgirêkê re bibînin û Tirkiye para herêmê û Sûriyê bi giştî ji ava çemê Firatê berde.