Mîhracan Rêya Çandê ya Sûrê 8ê Cotmehê dest pê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Çand û Geştiyariyê yê Tirkiyeyê Mehmet Nûrî Ersoy ragihand dê li gelek bajaran Mîhrîcanên Rêya Çandê yên Tirkiyeyê werin li darxistin ku li nav wan bajaran de Diyarbekir jî heye. Mîhrîcan dê navbera 16 Îlon - 23 Cotmehê de werin li darxistin.
Mîhrîcanên Rêya Çandê yên Tirkiyeyê di 16 Îlonê de dest pê dikin.
Ji aliyê Wezîrê Çand û Geştiyariyê Yê Tirkiyeyê Mehmet Nûrî Ersoy ve hat ragihand ku bi giranî dê li 5 bajaran bernameyên têr û tije yên mîhrîcanan werin li darxistin ku ew bajar jî Stenbol, Enqere, Çanakkale, Konya û Diyarbekir in.
Mîhrîcana ku dê li Diyarbekir were li darxistin de ji 2 hezarî zêdetir hunermend dê beşdar bin û 1 hezar û 500 çalakî dê werin li darxistin.
Mîhrîcana Rêya Çandê ya Sûrê ya Diyarbekir dê di navbera 8-16ê Cotmehê de were li darxistin û dê di şûnwarên dîrokî yên navdar ku bûne sembola Diyarbekirê de çalakiyên cawaz jî werin pêkanîn û konsertên dengbêjan werin pêşkêşkirin, stranên Kurdî, tirkî, ermenî werin gotin û her wiha Orkestraya Senfoniyê ya Serokomariya Tirkiyeyê jî dê beşdar be.