Ciwanekî Kurd di konferanseke navdewletî de wek dîplomatkarê herî baş hat hilbijartin

Ciwanekî Kurd ê nişteciyê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, di konferanseke navdewletî ya ciwanan de li Tirkiyê, di nav 100 ciwanên zêdetirî 70 welatan de, weke dîplomatkarê herî baş hat hilbijartin.

Hewlêr (K24) – Ciwanekî Kurd ê nişteciyê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, di konferanseke navdewletî ya ciwanan de li Tirkiyê, di nav 100 ciwanên zêdetirî 70 welatan de, weke dîplomatkarê herî baş hat hilbijartin.

Mihemed Sultan Ebdullah ji Kurdistan24ê re ragihand, di navbera rojên 19-23ê Tebaxa 2022yan de li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê, beşdarî Konferansa Navdewletî ya Best Diplomats bûye, ku her sal li ser mijarên girîng û zindî yên cîhanê, weke civîna salane ya komeleya giştî ya Neteweyên Yekbûyî tê encamdan.

Ebdullah diyar kir, her sal konferaseke wisa tê lidarxistin ku ji aliyê Rêxistina Dîplomatî ya Navdewletî ve serperiştiya wê tê kirin û baregeha wê ya sereke li Amerîkayê ye û her konferansek li ser mijareke diyarkirî tê lidarxistin û konferansa li Stenbolê jî li ser mijara jenosî, komkujî û tawanên şer bû.

Di rûniştinên konferansê de beşdarên konferansê rola nûnerên dîplomasiyê yên welatên endamên Neteweyên Yekbûyî werdigrin, ku ew ciwanê Kurd di konferansê de wek Nûnerê Dîplomasiya Iraqê hatiye destnîşankirin.

Mihemed Sultan Ebdullah diyar kir, di rêzbenda axaftvanên konferansê de weke yekem kes axaftina xwe pêşkêş kiriye û behsa jenosîda gelê Kurd û kîmyabarana Helebceyê û Geliyê Balîsan û Enfala Barzaniyan kiriye.

Piştre serokatiya tîma amadekirina reşnivîsa biryara "Çareserkirina paşmahiya jenosîd û tawanên li dijî mirovahiyê û tawanên şer li cîhanê" kiriye, ku ji 100 endaman, 67 dengên endamên konferansê bi dest xistine.

Armanca konferansên bi vî rengî, handana ciwanan û pêşvebirina şiyanên wan e di warê dîplomasiya li ser asta navdewletî û nûnertiya welat û herêman li navendên navdewletî.

 

Fly Erbil Advertisment