Bi amadebûna Mesrûr Barzanî ahenga derçûna xwendekarên Zanîngeha Hewlêrê ya Bijîşkî birêve çû

Zanîngeha Hewlêrê ya Bijîşkî di sala 2005an de ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye damezrandin û yekem zanîngeha bijîşkî ye li Herêma Kurdistanê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ahenga derçûna xwendekarên Zanîngeha Hewlêrê ya Bijîşkî birêve çû.

Îro şemiyê di demjimêr 10:30an de bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ahenga derçûna Zanîngeha Hewlêrê ya Bijîşkî hat lidarxistin.

Zanîngeha Hewlêrê ya Bijîşkî di sala 2005an de ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye damezrandin û yekem zanîngeha bijîşkî ye li Herêma Kurdistanê, ku piştî bekaloryos, xwendina master û doktorayê di warê bijîşkî de li xwe digre.

Fly Erbil Advertisment