Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Asta zanîngehên me bilind bûye

"Yek ji aliyên girîng ên çaksaziya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, çaksazîkirina di warê tendirustî û baştirkirina kalîteya nexweşxaneyan de ye."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, asta zanîngehên Herêma Kurdistanê bilind bûye û desteya mitmanebexşîna saziyan, programên perwerdehiyê û xwendina bilind, ji bo bilindkirina kalîteya xwendin û perwerdehiyê hatiye pesenkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî beşdarî ahenga derçûyên xwendekarên Zanîngeha Hewlêrê ya Bijîşkî bû û di gotara xwe de diyar kir: “Hûn ku dibin bijîşk, ez hêvîdar û bawer im ku hûn ê di asta pîşeya xwe û sonda xwe de bin. Bijîşkî pîşe û erkekî gelek pîroz û mirovî ye, ku divê beriya her tiştekî armanca we rizgarkirina jiyana xelkê û parastina tendirustiya wan be, ligel derçûna we ji zanîngehê, qonaxek ji qonaxên jiyana we bi dawî dibe, lê belê hînbûn bi dawî nabe, çimkî hînbûn proseyeke berdewam e.”

Li ser bilindkirina kalîteya zanîngehên Kurdistanê, Mesrûr Barzanî ragihand: “Di dema borî de Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina asta zanistî û akademî û zanîngeh û saziyên me yên perwerdehiyê, desteya mitmanebexşîna saziyan û programên perwerde û xwendina bilind pesend kir, armanca vê desteyê bilindkirina kalîteya xwendinê û perwerdeyê ye li Herêma Kurdistanê, di salên borî de em şahidê wê yekê ne ku asta zanîngehên me bilind bûye, lê ji bo ku em bikarin rikeberiyê ligel zanîngehên cîhanê bikin, me pêwîst dît ku em vê desteyê damezrînin, da ku zanîngehên me li ser asta cîhanê pileyên wan bilind bibe û em asta xwendinê li Kurdistanê bilind bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Ez dizanim ku di warê tendirustiyê de li Kurdistanê kêşe û girift heye, loma yek ji aliyên girîng ên çaksaziya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, çaksazîkirina di warê tendirustî û baştirkirina kalîteya nexweşxaneyan de ye û çaksazîkirina di hawirdekirin û pişkinîna dermanan de ye.”

Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Hêviyeke min a mezin bi ciwanên me yên derçûyî heye, ku dikarin roleke bi bandor bilîzin di proseya guhertin û çaksazî û pêşvebirina Herêma Kurdistanê de, bawer bikin, ez berdewam dibim di piştevanîkirina we de, ez piştevaniya proje û fikrên we yên dahêner dikim, ez bawer im ku behreyên we yên mezin hene di pêşxistina Kurdistanê û proseya çaksaziyê û wan guhertinan de ku me li Herêma Kurdistanê dest pê kiriye.”

Îro şemiyê 10ê Îlona 2022yan, bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derçûyên xwendekarên 17emîn xula Zanîngeha Hewlêrê ya Bijîşkî birêve çû, ku tê de bawername bo 692 xwendekarên derçûyên zanîngehê hatin pêşkêşkirin.

Zanîngeha Hewlêrê ya Bijîşkî di sala 2005an de ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye damezrandin û yekem zanîngeha bijîşkî ye li Herêma Kurdistanê, ku piştî bekaloryos, xwendina master û doktorayê di warê bijîşkî de li xwe digre.

Fly Erbil Advertisment