3 gerîlayên PKKê li bajarokê Xelîfanê hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Tirkiye kuştina 3 gerîlayên PKKê li bajarokê Xelîfanê yê Herêma Kurdistanê radigihîne.
Li gor nûçeya ajansa fermî ya hikûmeta Tirkiyê (AA), Dezgeha Hawalgirî ya Tirkiyê (MÎT) li bajarokê Xelîfanê li dijî hejmarek gerîlayên PKKê operasyon kiriye û di encamê de 3 gerîla hatine kuştin.
PKKê roja 7ê Îlonê daxuyaniyek belav kiribû û dabû zanîn ku di 5ê Îlonê de 5 gerîlayên wan bûne armanca droneke Tirkiyê, di encamê de 3 gerîla hatibûn kuştin û 2 gerîla jî birîndar bûne.
Dijeterora Kurdistanê di wê derbarêde roja 5ê Îlonê belav kir, li demjimêr 20:10 xulekan firokeyeke bêfirokevan a nenas, mefrezeyeke çekdarên PKKê li Geliyê Balîsan kir armanc.
Li gor daxuyaniya Dije Terora Kurdistanê, “ew grûpa gerîlayên PKKê ji sînorê îdareya Raperînê derbas bûne û li geliyê Balîsanê bûne armanca dronekê.”