Ermenîstan: Di pevçûnên li ser sînorê Azerbeycanê de 49 leşkerên me hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan ragihand, di şer û pevçûnên bi şev ên bi Azerbeycanê re, 49 leşkerên wan hatine kuştin.

Paşînyan di axaftina xwe ya li parlementoyê de got ku Bakûyê bi şev êrîşî çeperên Ermenîstanê kir û şer îro jî bi sivikî dewam dike.

Wezareta Berevaniyê ya Ermenîstanê ragihand, artêşa Azerbeycanê jêrxaneya leşkerî û sivîl a Ermenîstinaê kiriye armanc.

Ji aliyê xwe ve Hikûmeta ev tometên Ermenîstanê red kirin û got, ev êrîş bersivek li ser êrîşa Ermenîstanê li ser artêşa Azerbeycanê bû.

Pirsgirêkên Azerbeycan û Ermenîstanê bi berdewamî li ser herêma Qerebaxê hene. Pevçûn car yekem di dawiya salên 1980î de dest pê kir, dema ku her welat alî di bin desthilatdariya Sovyetê de bûn.

Di şerê sala 2020an de ku bi navbênkariya Rûsyayê bi dawî hat, bi hezaran niştecih vegeriyan malên xwe yên ku jê reviyabûn, ew herêm vegeriya ser bi Azerbaycanê.

Fly Erbil Advertisment