Mesrûr Barzanî pêşwazî li konsulê nû yê Kuwêtê dike

Konsulê Giştî yê Kuwêtê yê nû li Herêma Kurdistanê daxwaza welatê xwe ya pêşxistina pêwendiyan nîşan da

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 14ê Îlona 2022an pêşwazî li Konsulê Giştî yê Kuwêtê yê nû li Herêma Kurdistanê Osman El-Dawûd kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li destbikarbûnê li li Konsulê Giştî yê Kuwêtê yê nû li Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de jê re xwast ji bo pêşvebirina pêwendiyên dostane yên di navbera Herêma Kurdistanê û dewleta Kuwêtê de.

Konsulê Giştî yê Kuwêtê yê nû li Herêma Kurdistanê xweşhaliya xwe bi destbikarbûna xwe li Herêma Kurdistanê nîşan da û daxwaza welatê xwe ya pêşxistina pêwendiyan di hemû waran de nîşan da.

 

Fly Erbil Advertisment