Paşînyan: Di pevçûnan de 105 leşkerên Ermenistanê hatin kuştin
Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan ragihand, di şer û pevçûnên li ser sînorê Azerbaycanê de 105 leşkerên Ermenî hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan ragihand, di şer û pevçûnên li ser sînorê Azerbaycanê de 105 leşkerên Ermenî hatin kuştin.
Li ser sînorê Azerbaycan û Ermenistanê alozî zêde bûn. Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan ragihand, di şer û pevçûnên li ser sînorê Azerbaycanê de 105 leşkerên Ermenî hatin kuştin.
Azerbaycanê ragihand, ew amade ne termên zêdetirî 100 leşkerên Ermenî ku di pevçûnan de canê xwe ji dest dane, radestî Ermenistanê bikin.
Duh 13ê Îlona 2022yan, Wezareta Berevaniyê ya Azerbaycanê jî ragihand, di encamên êrîşên Ermenistanê de 50 leşkerên artêşa wan hatine kuştin.
Di daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Azerbaycanê de hatibû diyarkirin, şeva 12ê Îlonê, artêşa Ermenistanê dest bi êrîşkirina ser navçeyên Daşkesen, Kelbecer, Laçîn û Zengîlan ên li ser sînor kiriye.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Azerbaycanê Ceyhun Bayramov şer û pevçûnên li ser sînorê Ermenistan û Azerbaycanê gotûbêj kirin.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî daxwaz kir, demildest şer û pevçûnên navbera Ermenistan û Azerbaycanê werin rawestandin.