36mîn rûniştina doza Mûsa Anter îro li Enqerê birêve diçe

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Enqerê îro rûniştineke din a doza terorikirina nivîskar û rewşenbîrê Kurd Mûsa Anter birêve diçe û metirsiya dembiserçûnê wê dozê heye ku 20ê vê mehê 30 sal di ser wê dozê re derbas dibe.
Peyamnêra K24ê li Enqerê da zanîn, îro 15ê Îlona 2022an, 36mîn rûniştina wê dozê birêve diçe. Heta niha nayê zanîn ku dadgeh di rûniştina îro ya dozê de dê çi biryarê bide, lê metirsiya wê yekê heye ji ber ku 30 sal di ser bûyerê re derbas dibin, ew doz bê girtin.
Bi roja 20ê Îlona 2022an re, 30 sal di ser dosyeya kuştina nivîskar û rewşenbîrê Kurd Mûsa Anter re derbas dibin û metirsiya wê yekê heye, bi hinceta dembiserçûnê ev doz were girtin.
Kurê Mûsa Anter, Dicle Anter di wê derbarê de ji K24ê re got, eger dadgehê biryara girtinê dozê bide, ew ê dozê li Dadgeha Bilind a Destûrê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê vekin.
Mûsa Anter di sala 1920an de li gundê Zivingê yê ser bi navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ji dayik bûye, roja 20 Îlona 1992 li Diyarbekirê di êrîşeke çekdarî de hat kuştin, 30 sal in ew doz li dadgehên Tirkiyê digere, lê heta niha kujerên wî ji aliyê Tirkiyê ve nehatine aşkerekirin û cezakirin.