Mesrûr Barzanî: Pêngavan ji bo projeyên din davêjin

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Di çarçoveya bernameya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, me giringiyeke mezin daye dirustkirina rêyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî radigihîne, navçeya Soranê di warê geştûguzariyê de, navçeyeke xweşik û balkêş e û di pêşerojê de wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bernameya wan heye giringiyeke zêdetir pê bidin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya beşdariya di merasîma danîna kevirê binyatê ya projeya cotrêya Sipîlk – Xelîfan de ragihand, “Projeya dirustkirina riya sereke û ya stratejîk Xelîfan – Sipîlik, beşek ji bernameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya dirustkirina rêyan li hemû Herêma Kurdistanê ye. Destxweşî û pîrozbahiyê li Îdareya Serbixwe ya Soranê, rêveber û xelkê vê deverê dikim bi boneya salvegera damezirandin û biryara kirina vê deverê wek îdareyeke serbixwe.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Destkeftên vê deverê di heyama sala borî de berçav in. Hêvîdar im destkeftên zêdetir jî di salên bê de ji xelkê vê deverê re werin dîtin. Em jî her awayekî piştgiriyê dikin.”

Mesrûr Barzanî di beşeke din a gotara xwe de got: “Destxweşiyê li kompanyaya Kavîn Grup dikim ji bo cibicîkirina vê projeya stratejîk ku berê jî wê çend projeyên din ên stratejîk bi kalîteyên baş û bilind cibicî kirine. Niha jî dixwazin ev proje bi kalîteyeke baş û standartên cîhanî bê cibicîkirin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: “Li vir daxwazê ji xelkê Kurdistanê û bi taybetî xelkê vê deverê dikim zêdegaviyan li ser kenarên rêyan yên qedexekirî nekin, ev yek ji bo selametiya wan û ciwaniya sirûşta bajar û welatê me baştir e. Her wiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaz ji xelkê Herêma Kurdistanê û bi taybet ajokaran kir ku pabendî rênimayên çûnûhatinê bibin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Di çarçoveya bernameya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, me giringiyeke mezin daye dirustkirina rêyan. Li hemû navçeyan me projeyên wiha cibicî kirine û di bernameya de cibicîkirina projeyên din jî hene. Her li vê deverê jî çend projeyên me yên din hene ji bo Sîdekan, devera Barzan, Mêrgesor û her wiha cotrêya Hamilton. Ev hemû proje qonax bi qonax dê werin cibicîkirin.”

Destnîşan kir jî: “Taybetiyeke vê navçeyê heye, vê navçeyê di dema berevanîkirina li maf û destkeftên Herêma Kurdistanê de qurbaniyên mezin dane û ji aliyê sirûştê ve jî navçeyeke xweşik û balkêş e, ji ber wê di bernameya me de heye ku di warê geştûguzarê de giringiyeke zêdetir bidin vê navçeyê, ji bo geştiyar ji navçeyên din ên Kurdistanê, Iraq û derve jî serdana vê navçeyê bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî hêvî xwast jî projeya cotrêya Sipîlik – Xelîfan di dema xwe de bê cibicîkirin û got: “Pêngavan ji bo projeyên din davêjin.”

 

Fly Erbil Advertisment