Li Wanê tunel hilweşiya: 2 karkaran canê xwe ji dest dan
Li ser rêya navbera bajarên Wan û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê, di dema xebatên çêkirina tunelekê de tunel hilweşiya û 2 karkerên ku di bin de man, jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser rêya navbera bajarên Wan û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê, di dema xebatên çêkirina tunelekê de tunel hilweşiya û 2 karkerên ku di bin de man, jiyana xwe ji dest dan.
Li derbasgeha Gozeldere ya di navbera Wan û Colemêrgê de tunelek tê çêkirin û ji ber sedemeke nediyar tunel hilweşiya û piştî hilweşînç, tîmên AFAD, UMKE, agirkuj û tîmên tenduristiya lezgîn û cendirme gihiştin cihê bûyerê.
Li gor çapemeniya Tirkiyê yek ji karkerên birîndar ê bi navê Cemîl Diyapoglu ku ew rakirin nexwaşxaneya Dewletê ya Elbak a ser bi Wanê ragihand, di tenelê de herifîn pêk hatiye û dema ku xwestiye hevalên xwe rizgar bike ew bi xwe jî di bin ax û keviran de maye.
Tîmên rizgarkirinê li cihê bûyerê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dan destpêkirin û 2 karkerên di bin tunelê de man, jiyana xwe ji dest dan û termên wan bo nexwaşxaneya Dewletê ya Elbakê hatin veguhestin.