Li Şirnexê çalakiya protestokirina birîna daran rastî destlêwerdanê hat
Hêzên ewlekariyê bi ava şîd û gaza rondikrêj destêwerdan kir
Diyarbekir (K24) – Li Şirnexê hêzên asayîşê bi ava şîd û gaza rondikrêj mûdaxaleyî girseya parlementer û welatiyên ku dixwestin birîna daristanan protesto bikin kir. Di bûyerê de gelek çalakvan birîndar bû û gelek kesan ji gazê bandor dît. Parlementerên HDP’ê û welatiyên gotin ku; her çiqas çalakiyên wan bên astengkirin jî ew dest ji protestokirina talankirina daristanan bernadin.
Li Şirnexê çalakiya parlementerên HDP’ê, DBP û rayedarên partî û rêxistinên civaka sivîl û welatiyan ji aliyê hêzên asayîşê ve hat astengkirin. Hêzên asayîşê ragihandin ku çalakiya wan ne yasayî ye û bi ava şîd û gaza rondikrêj mûdaxaleyî girseyê kir. Di bûyerê de hin siyasetmedar û welatiyan ji gaza rondikrêj bandor dîtin. Siyasetmedarên HDP’ê gotin ku çalakî û protestokirina talankirina xwezayê mafê wan yê demokratîk e û tevî hemû astengiyan jî dê vî mafê xwe bikarbînin.
Parlementerê HDP’ê yê Wan’ê Tayîp Temel ji K24ê re got: “Welatê me Kurdistan; li Bakûr, li Başûr û li Rojava tê talankirin. Axa me, welatê me, xwezaya me û hemû dewlemendiyên welatê me ji hêla serdestan ve, ji hêla dijminên gelê Kurd ve tên talankirin.”
Bi hezaran welatiyên ku ji bajarên Bakur û Tirkiyeyê hatin Şirnex di rê de jî li gelek xalên asayîşê hatin rawestandin. Gelek welatî û siyasetmedarên ku dixwestin bigihin xala çalakiyê li Cizîrê hatin astengkirin. Welatiyan, bi dirûşm û pankartan bertekên xwe nîşan dan û bang li rayedaran kirin ku birîna daran rawestînin.
Mela Seîd: “Li ser daran bi milyonan ajel hene, dema ku dar tê birîn ev ajel jî dimirin. Çawa ku em nexwazin ti kes me bikuje wan ajelan jî navê ti kes wan bikûje. Kuştina mirov, ajel û birîna daran li cem Xwedê mihûm e.”
Cemîla Xanim: “Darên me hemû birine, benên me hemî birine, heta darên me yên gûhûjan jî birine. Ma mirov van daran dibirin? Daristan rût kirine.”
Semra Xanim: “Ji bo ku zilmê li me nekin, ji bo ku darên me nebirin em li vir in. Em ji bo heqî û wekheviyê em liv ir in. Heqî tune ye, dadwerî tune ye, wekheviyê qebûl nakin.”
Piştî destlêwerdanê girse bi dirûşman meşiyan û daxuyaniyek ragihand û belav bûn.