Partiya DEVA li Diyarbekirê xebatên xwe yên siyasî ragihand

Partiya Demokrasî û Pêşdeçûnê (DEVA) bi beşdariya damezrenêrên partiyê û Şêwirmendê Serokê Giştî yê DEVAyê Alî Babacan, Alî Îhsan Merdanoglû, bi kongreya rojnamevanî li ser xebatên xwe yên li Diyarbekirê û amadekariyên hilbijartinan agahdarî dan.

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Partiya Demokrasî û Pêşdeçûnê (DEVA) bi beşdariya damezrenêrên partiyê û Şêwirmendê Serokê Giştî yê DEVAyê Alî Babacan, Alî Îhsan Merdanoglû, bi kongreya rojnamevanî li ser xebatên xwe yên li Diyarbekirê û amadekariyên hilbijartinan agahdarî dan.

Di civînê de, Serokê DEVA yê Diyarbekirê Cîhan Ulsen, da zanîn ku li tax û malan kar û xebatên xwe yên rêxistinî bênavber berdewam dikin û bajêrê Diyarbekirê piştî Stenbolê bajarê ku herî zêde endamên partiya DEVAyê li hatine rêxistinkirî ye.

Ulsen da zanîn ku niha li Diyarbekirê 14 hezar û 300 endamên partiya DEVAyê hene û amace dikin ku vê rêxistinbûna xwe li hemû bajêrên Tirkiyê berdewam bikin.

Di civînê de, hat ragihandin ku partiya DEVA pirsgirêkên li Tirkiyê di 22 sernavan de civandiye û dê ji bo çareseriya wan hemû kêşeyan plan û projeyên xwe ji bo raya giştî ragihînin.

Şêwirmendê Alî Babacan  û parlamenterê berê yê Diyarbekirê Alî Îhsan Merdanoglû jî da zanîn ku damezrandina partiya DEVA jî li medya Tirkiyê wek nûçe nehatiye çêkirin, lê partiya DEVA, bi endam û rêvebirên xwe ve, li tax û malan digere û polîtîqayên xwe yên çareseriyê digihîne civakê.

Merdanoglû, anî ziman ku dê çaremîn mîtînga xwe li Sêrtê lidar bixin û heta niha ji piştgiriya ku gel daye wan jî razî ne.

Cîvîna rojnamevanî bi bersivdayîna pirsên rojnamevanan berdewam kir û hat ragihandin ku bereya maseya 6 alî, li ser pergala parlamenterî ya bihêzkirî, dabeşkirina erkê rêvebirî, dadwerî û qanûnî lihev kirine û ew dixwazin bi hemû aliyên siyasî re lihevkirî, li çareseriya hemû kêşeyên li Tirkiyê bigerin.

Fly Erbil Advertisment