Serok Barzanî di salvegera referandumê de: Eger miletek jiyanê bixwaze, dê bigihe armanca xwe
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya salvegera referanduma serxwebûnê peyamek belav kir û tê de tekez kir, eger miletek jiyanê bixwaze, dê bigihe armanca xwe.
Serok Mesûd Barzanî îro Yekşemê 25ê Îlona 2022an di salvegera pêncemîn a encamdana referanduma serxwebûnê perçeyek ji helbesteke Erebî ya helbestvanê Tunisî Ebû Qasim E-Şabî li hejmara xwe tora civakî “Twitter” parve kir:
“Eger miletek rojekê jiyanê bixwaze
Bêguman çarenivîs dê bersivê bide
Bêguman tariya şevê dê biçe
Bêguman zincîr jî dê bişike
Kî nexwaze hilkişe çiyayan
Dê her tim di nava çalan de bijî”
Ev helbesta Ebû Qasim El-Şabî di Îlona sala 1933an de hatiye nivîsandin û yek ji helbestên herî bi navûdeng a di helbesta nûjen a Erebî de ye. Malikên destpêkê yên vê helbestê jî cihl xwe di sirûde netewî ya Tunisê de girtine.