Sê mûşek li nêzîkî Parlamentoya Iraqê ketin xwarê
Sê mûşek li nêzîkî avahiya Parlamentoya Iraqê ya li Navçeya Kesk, li navenda Bexdayê ketin xwarê.
Hewlêr (K24) – Sê mûşek li nêzîkî avahiya Parlamentoya Iraqê ya li Navçeya Kesk, li navenda Bexdayê ketin xwarê.
Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand: “Di demjimêr 15:30 xulekan de, bi rêya 3 mûşekan ve êrîşî Navçeya Kesk a Bexdayê hat kirin, ku mûşeka yekem li nêzîkî avahiya parlamentoyê kete xwarê. Mûşeka duyem li ber cihê mêvanên parlamementoyê û mûşeka dawî jî li nêzîkî Deriyê Qudsê kete xwarê.”
Herwiha eşkere kir ku 3 efser ji ber wan êrîşan birîndar bûn û ziyanên mezin li navçeyê derketine holê.
Ev di demekê de ye ku îro civîna Parlamentoya Iraqê birêve çû.