Îran zozanên Berbizîn topbaran dike
Topxaneyên Komara Îslamî ya Îranê zozanên Berbizîn topbaran dikin

Hewlêr (K24) – Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Çomanê ragihand, niha topxaneyên Komara Îslamî ya Îranê zozanên Berbizîn topbaran dikin.
Herwiha eşkere kir, ji ber topbarananên Îranê, li zozanên Berbizîn şewat derket.
Îranê duhî 28ê Îlonê bi bi riya mûşek û dronan êrişî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Zirgiwêz, Koye û Pirdê kir û li gorî amarên Wezareta Tendirutiyê ya Herêma Kurdistanê, di encama êrîşan de 13 kes hatin kuştin û nêzîkî 60 kesî jî birîndar bûn.
Supaya Pasdaran a Îranê berpirsyariya xwe di wan êrîşan de ragihand û li gor daxuyaniya Fermandarê Hêzên Bejahî yên Supaya Pasdaran a Îranê Mihemed Pakpûr, êrîş bi rêya 73 mûşekên balîstîk û bi dehan dronên bombekirî bûye.