Mesrûr Barzanî: Em li ser piştevaniya li maf û daxwazên xwişk û birayên Êzidî berdewam dibin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi helkeftina hatina cejna Cemayê, pîrozbahiyê li Êzidiyan dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkeftina hatina cejna Cemayê, pîrozbahiyê li Êzidiyên Kurdistan, Iraq û cîhanê dike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 6ê Cotmeha 2022an peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de ragihand, “Bi helkefta hatina cejna Cemayê, germtirîn pîrozbahiyan li tevahiya xweşik û birayên Êzidiyên li Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim, hêvîdar im di keşeke aştî, aramî û pir xweşî de, vê cejnê derbas bikin.”

Her wiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir; “Di vê helkeftê de dubare dikin ku her dem em ê li ser piştevaniya li maf û daxwazên xwişk û birayên Êzidî û zêdetir xizmetkirina wan berdewam bin.

Fly Erbil Advertisment