Nêçîrvan Barzanî: Hewlên me ji bo rizgarkirin û diyarkirina çarenivîsa Êzidiyên revandî dê berdewam bin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya hatina cejna Cemayê, pîrozbahiyê li Êzidiyan dike û tekez dike, hewlên wan ji bo rizgarkirin û diyarkirina çarenivîsa hemû Êzidiyên revandî, berdewan dibin.
Serokê Herêma Kurdistanê bi boneya hatina cejna Cemayê peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de ragihand, “Cejna Cemayê li hemû xuşk û birayên Êzdî yên li Kurdistanê û li her dereka cîhanê bin bi germî pîroz dikim. Hêvîdar im cejneka xweş û aram derbas bikin û cejn û bîrhatinên bên di rewşeka baştir da pîroz bikin.”
Serokê Herêma Kurdistanê got jî: “Di demekê de ku Cejna Cemayê tê pîrozkirin, dilê me li cem wan malbat û xûşk û birayên me yên Êzidî ne ku heta niha kesûkarên wan revandî ne. Em wan dilrehet dikin ku heta revandiyekî Êzidî mabe jî, dê ji bo rizgarkirina wan û diyarkirina çarenivîsa wan xebatên me dê berdewam bin.”
Cejna “Cema” ku dikeve roja 6ê Cotmehê, mezintirîn cejna Êzidiyan e û yek ji cejnên kevnar e. Merasîmên olî yên cejna Cemayê li perestgeha Laleşê tên lidarxistin û heft rojan berdewam dikin.