Peyama pîrozbahiyê ya Serok Barzanî ji bo Cejna Cemayê ya Kurdên Êzidî

Serok Mesûd Barzanî bi boneya Cejna Cemayê ya Kurdên Êzidî peyameke pîrozbahiyê arasteyî xwişk û birayên Êzidî kir.

Serok Mesûd Barzanî
Serok Mesûd Barzanî

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya Cejna Cemayê ya Kurdên Êzidî peyameke pîrozbahiyê arasteyî xwişk û birayên Êzidî kir.

Serok Barzanî di peyama xwe ya pîrozbahiyê de tekez kir, divê tevaya aliyan kar ji bo xurtkirina ferheng û kultûra pêkvejiyanê di navbera pêkhateyên olî û netewî yên Kurdistanê de bikin.

Peyama Serok Barzanî ji bo Cejna Cemayê wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta Cejna Cemayê, pîrozbahiyên germ arasteyê Mîrê Êzidiyan û Babe Şêx û Civata Rûhanî û hemû xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistanê û cîhanê dikim.

Ez hêvîdar im, ev cejn bibe sedema xweşî û aramî ya xwişk û birayên Êzidî û bişên hemû salekê cejn û xweşiyên xwe bi aştî û asûdeyî saz bikin.

Her bi vê helkeftê, em dakokiyê dikin ku pêdivî ye hemû alî kar ji bo bihêzkirina ferheng û kultûra pêkvejiyanê û biratî û yekrêziyê di navbera hemû pêkhateyên olî û netewî yên Kurdistanê bikin û biparêzin.

Mesûd Barzanî

6ê Cotmeha 2022yan

Fly Erbil Advertisment