Serokwezîr Mesrûr Barzanî bersiva pirsên welatiyan dide
Ji bo beşdarbûna çalakiya demokrasiyê, hejmarek welatiyên Herêma Kurdistanê ji bo "Gotûbêja ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê" têne vexwendin.

Hewlêr (K24) – Ji bo beşdarbûna çalakiya demokrasiyê, hejmarek welatiyên Herêma Kurdistanê ji bo "Gotûbêja ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê" têne vexwendin.
Beşdarbûna di vê gotûbêjê de derfeta wê yekê pêk tîne ku bi awayekî azad û li gor dilê xwe, welatiyên Herêma Kurdistanê pirsyaran ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî bikin.
Ji bo dilniyabûna ji wê yekê ku Serokwezîr li hember welatiyan xwe berpirsyar dibîne, beşdarên gotûbêjê ji kesên xwedî helwest û fikr û ramanên siyasî yên cuda pêk hatine.
Ji aliyê saziyeke serbixwe ve, erkê destnîşankirina beşdaran ji bo wê gotûbêjê hatiye wergirtin, ku biryar e sibe înê di demjimêr 19:00ê de bi dema Hewlêrê li ser ekrana Kurdistan24ê dê weşandin.
Beriya niha jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di çendîn gotûbêjên rasterast de ligel rojnamevan û xwendekaran beşdar bû û bi awayekî azad pirsyar û nêrîn hatin eşkerekirin.

