Kim Jong-Un pîrozbahî li Putin kir

Serokê Koreya Bakur Kim Jong-Un pîrozbahiya roja jidayîkbûnê li Serokê Rûsyayê Vladimir Putin kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Koreya Bakur Kim Jong-Un pîrozbahiya roja jidayîkbûnê li Serokê Rûsyayê Vladimir Putin kir. Putin bû 70 salî.

Kim Jong-Un diyar kiriye: “Ez kêfxweş im ku dibînim bi awayekî bê pêşîne piştevanî û hevkariya navbera herdu welatan ji bo pêşxistina pêwendiyên me pêş dikeve. Ev ligel rûhiyeta wê rêkeftinê ye ku di sala 2019an de me îmze kir.”

Serokê Koreya Bakur Kim Jong-Un hêviya xwe aniye ziman ku pêwendiyên dostane yên navbera herdu welatan, bibe sedema berdewambûna dostaniya navbera Koreya Bakur û Rûsyayê.

Fly Erbil Advertisment