Balyozê Almanya li Iraqê: Pêwendiyên me bi Kurdistanê re roj bi roj berfirehtir dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Almanya li Iraqê Martin Jaeger  îro Yekşemê ragihand ku pêwendiyên welatê wî ligel Herêma Kurdistanê roj bi roj berferehtir dibin.

Balyozê Almanya li Iraqê Martin Jaeger di gotarekê de ku li Hewlêrê bi boneya “Roja Yekîtîya Almanan” li Hewlêrê hat lidarxistin de got, têkeliyên welatê wî bi Herêma Kurdistanê re gelek xurt in.

Ji aliyê xwe ve Konsulê Almanyayê li Hewlêrê Klaus Streicher jî gotarek pêşkêş kir û tê de bi tundî êrîşên li ser serweriya axa Iraqê û bombebarana vê dawiyê ya Îranê li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir.

Streicher Tekez kir ku peywendiyên welatê wî yên aborî û bazirganî li gel Herêma Kurdistanê hene û amaje bi wê yekê jî kir ku Almanya hevahengiya ewlehiyê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê heye.

Derbarê proseya çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de jî, Streicher ragihand, ew hemû aliyan han didib dikin ku li ser temamkirina proseya çaksaziyê berdewam bin û girîng dibînin ku di zûtirîn dem de prose bi dawî bibe.

Konsulê Almanyayê li Hewlêrê got ku Almanya dê berdewam be di alîkarîkirina koçberên ku li Herêma Kurdistanê ne.

 

Fly Erbil Advertisment