Nahît Eren dîsa wekî Serokê Baroya Diyarbekirê hat hilbijartin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren, di hilbijartinên baroyê de dîsa wekî Serokê Baroyê hat hilbijartin.

Li Diyarbekirê hilbijartinên serok û lijneya rêveber ya Baroyê bi rê ve çûn. Ji 2 hezaran zêdetir endamên baroyê hene. Di hilbijartinê de ji hezar û 400an zêdetir parêzeran dengên xwe dan.

Li gorî encamên nefermî serokê heyî Nahît Eren 769 deng wergirtin û wekî serokê nû hat hilbijartin. Namzede serokatiya baroyê mafnas Muhlîs Ogurgul 605 deng, namzed Cengîz Baysal jî 29 deng wergirtin.

Hilbijartinên Baroya Diyarbekirê du salan carekê tên kirin.

Fly Erbil Advertisment