PDK helwesta xwe derbarê namzedê serokomariyê de eşkere dike

Seroka Firaksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî
Seroka Firaksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî

Navenda Nûçeyan (K24) – Seroka Firaksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî ji K24ê re ragihand, PDK di rûniştina Parlamentoya Iraqê de deng dide namzedê serokomariyê, Letîf Reşîd.

Biryar bû îro Pêncşemê demjimêr 11:00 endamên Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokomarê nû bicivin, li gor zanyariyên K24ê jî, civîn bo demjimêr 13:00 hat paşxistin..

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji bo diyarkirina helwesta xwe ya dawî derbarê hilbijartina serokomarê nû, beriya civîna palemantoyê civiyabû.

Di vê derbarê de jî, Seroka Firaksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî ji K24ê re ragihand, PDK beşdarî rûniştina îro ya Parlamentoya Iraqê dibe û dê deng bide Letîf Reşîd.