Hejmarek mûşek li nêzîkî Parlamentoya Iraqê ketin

Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî ji Parlamentoya Iraqê ji K24ê re ragihand, hejmarek mûşek li Navçeya Kesk a Bexdayê ketin.

Wî jêderî da zanîn jî, li balyozxaneyên çend welatan ên li Navçeya Kesk a Bexdayê, zengilê hişyariyê hatin lêdan.

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ragihand, Navçeya Kesk li Bexdayê û derdora wê bi 9 mûşekên Katyusha hatin armanckirin û di encamê de hejmarek ji endamên asayişê û welatiyan birîndar bûn.

Navçeya Kesk li nava Bexdayê dikeve, Balyozxaneya Amerîka, balyozxaneyên hejmarek welatên din, baregehên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, baregehê Hikûmeta Iraqê û hin dezgehên din lê ne.

Ev êrîş di demekê de ye, biryar e îro Pêncşemê demjimêr 13:00 endamên Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokomarê nû bicivin.