Letîf Reşîd bû Serokomarê Iraqê

Wek Serokomarê Iraqê hat hilbijartin

Hewlêr (K24) – Letîf Reşîd bi dengên 162 parlamenteran, di gera duyem a hilbijartina Serokomarê Iraqê de li parlamentoyê, wek Serokomarê Iraqê hat hilbijartin.

Îro di rûniştina Parlamentoya Iraqê de gera duyem a hilbijartina Serokomarê Iraqê bi amadebûna 269 parlamenteran birêve çû.

Letîf Reşîd di gera yekem de ji 277 parlamenterên ku amade bûn, 157 deng bi dest xistin û Berhem Salih 99 deng bi dest xistin, Letîf Reşîd di gera duyem de 162 deng bi dest xistin û Berhem Salih jî weke gera yekem, dîsa 99 deng bi dest xistin.

Beriya niha di daxuyaniyekê de Polîtburoya PDKê ragihand, ji bo serxistina proseya hilbijartina Serokomarê Iraqê û damezirandina kabîneya nû ya Hikûmeta Federal, namzedê xwe yê ji wî postî, Rêber Ehmed vedikişîne.

Her yek ji fraksiyonên PDK, Dewleta Yasa, Hevpeymaniya Siyade piştgiriya xwe ji bo Letîf Reşîd bo wergirtina postê Serokomarê Iraqê ragihandine.

Serokomarê nû yê Iraqê, navê wî yê temam Ebdulletîf Cemal Reşîd e û di 10ê Tebaxa 1944an de li bajarê Silêmaniyê jidayîk bûye.

Di warê endezyariyê de xwedî bawernameya doktorayê ye û zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî dizane.

Ji sala 2003yan heta 2010an, Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê bû û piştre di Serokomariya Iraqê weke şêwirmend xebitiye.

Fly Erbil Advertisment