Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê peyamek ragihand
Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski peyameke pîrozbahiyê arasteyî Serokomarê nû yê Iraqê Letîf Reşîd kir.
Hewlêr (K24) – Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski peyameke pîrozbahiyê arasteyî Serokomarê nû yê Iraqê Letîf Reşîd kir.
Di peyama xwe de Alina Romanowski diyar kiriye: “Çavê me li pêwendî û hevkariya zêdetir e ligel Serokomarê hilbijartî yê Iraq û Serokwezîrê raspartî.”
Herwiha ragihandiye: “Em ji nêzîk ve kar ligel hikûmeta nû dikin ji bo pêkanîna derfetên kar ên zêdetir û rûbirûbûna guherînên jîngehê û desteberkirina têkçûna yekcarî ya DAIŞê.”