Mihemed Şiya Sûdanî ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hat raspartin

Ji aliyê Serokomarê nû yê Iraqê Letîf Reşîd ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hat raspartin.

Hewlêr (K24) – Mihemed Şiya Sûdanî ji aliyê Serokomarê nû yê Iraqê Letîf Reşîd ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hat raspartin.

Piştî hilbijartina Letîf Reşîd wek Serokomarê nû yê Iraqê û Mihemed Şiya Sûdanî, namzedê aliyên Çarçoveya Hevahengiyê bo wergirtina postê Serokwezîrê Iraqê, bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê raspart.

Îro pêncşemê 13ê Cotmeha 2022yan, bi dengên 269 parlamenteran, Letîf Reşîd ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve wek Serokomarê Iraqê hat hilbijartin.