Washington têkiliyên xwe yên bi “hikûmeta Sûdanî” re bi Peymana Stratejîk ve girê dide
Navenda Nûçeyan (K24) – Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski îro Şemiyê got, peymana Çarçoveya Stratejî dê riya pêwendiyên wan bi hikûmeta nû ya Iraqê re diyar bike.
Bexda û Washingtonê di sala 2008an de Çarçoveya Stratejî îmze kirin, piştre di sala 2009an de ket warê cibicîkirin. Ew peyman ji bo hevkariyeke hevbeş û demdirêj a di warên siyasî, dîplomatîk, berevanî, ewlekarî, aborî, tenduristî, teknolojî, yasa û dadê de ye.
Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski ku pêştir jî pîrozbahî li serokwezîrê destnîşankirî Mihemed Sûdanî kiribû, got, welatê wê bi piştgiriya Iraqê pabend e.
Romanowski li hejmara xwe yê tora civakî “Twitter” nivîsî: “Peymana Çarçoveya Stratejîk dê têkiliyên me bi hikûmeta nû ya Iraqê re bi rê ve bibe.”
Got jî: “Pêşveçûn di bidestxistina berjewendiyên me yên hevbeş de ji Iraqiyan re girîng e: Iraqek ku şerê gendeliyê bike, derfetên kar peyda bike, Iraqek bi rêya saziyên ewlehiyê yên bihêz ên hikûmetê aram be û bê DAIŞ û Iraqek ku li hember guherîna avhewayê xweragir be.”
Roja 13ê Cotmeha 2022an, piştî hilbijartina Letîf Reşîd wek Serokomarê Iraqê, namzedê Çareçoveya Hevahengiyê Mihemed Şiya Sûdanî bi pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê raspard.