Baregeha Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî Şakir Epozdemîr dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber koça dawiyê ya Nî'metulla Epozdemîr, Baregeha Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî kesayetiyê Bakurê Kurdistanê Şakir Epozdemîr kir û tê de sersaxî li malbata wan a têkoşer û hemû kesûkar û nasên wî kir.
Peyama sersaxiya Baregeha Barzanî ya ji bo birêz Şakir Epozdemîr:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birêz Kek Şakir Epozdemîr
Bi xemeke zêde ve, me nûçeya koça dawî ya kesayetiyê welatparêzê Bakurê Kurdistanê û birayê we yê birêz Nî'metulla Epozdemîr bihîst.
Sersaxiyê li we û malbata we ya têkoşer û tevahiya kesûkar û nasên we dikin û em xwe bi hevbeşê xema we dizanîn.
Ji xwedayê mezin hêvîdarîn ruhê xwedê jêrazî Nî'metulla Epozdemîr bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyekî bibexşe.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Baregeha Barzanî
15.10.2022