Emar Hekîm: Em beşdarî kabîneya hikûmeta nû nabin

Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm diyar kir ku tevgera wî beşdarî hikûmeta nû ya Iraqê nabe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm diyar kir ku tevgera wî beşdarî hikûmeta nû ya Iraqê nabe.

Li gor daxuyaniyeke ofîsa Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm, di civînekê de ligel Mihemed Şiya Sûdanî ku ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatiye erkdarkirin, Emar Hekîm tekez kiriye ku tevgera wî beşdarî hikûmeta nû nabe.

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin, Mihemed Şiya Sûdanî serdana Emar Hekîm kiriye û di hevdîtinê de Serokê Tevgera Hîkme dubare kiriye ku divê tîma hikûmeta nû yekgirtî be û ji kesên pispor û jêhatî û destpak û şareza pêk bên.

Herwiha hat diyarkirin, di hevdîtinê tekezî li girîngiya destnîşankirina karên pêşîn hatiye kirin, ku divê hikûmeta nû hikûmeta xizmetguzariyê be û di asta pêwîstiyên welatiyan de be û girîngiyê bide sererastkirina şaşiyên hikûmetên berê, herwiha serweriya Iraqê biparêze.