Letîf Reşîd wek Serokomarê Iraqê dest bi kar dike
Îro li Koşka Selam a li Bexdayê merasîma destbikarkirina Letîf Reşîd wek Serokomarê Iraqê birêve diçe.

Hewlêr (K24) – Îro li Koşka Selam a li Bexdayê merasîma destbikarkirina Letîf Reşîd wek Serokomarê Iraqê birêve diçe.
Peyamnêrê Kurdistan24ê Çekdar Cemal li Bexdayê ragihand, biryar e îro di demjimêr 11:00ê de merasîma destbikarkirian Letîf Reşîd wek Serokomarê nû yê Iraqê li Koşka Selam birêve biçe.
Herwiha diyar kir, serokên fraksiyonên parlamentoyê û hejmarek rayedarên din ên Iraqê û balyoz û nûnerên welatan, beşdarî merasîma destbikarkirina serokomar dibin.
Li gor zanyariyên peyamnêrê me, Berhem Salih beşdarî merasîmê nabe, lê belê Serokomarê berê yê Iraqê Fuad Mesûm û Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî di merasîma destbikarkirina Letîf Reşîd de dê amade bin.