Serokomarê Iraqê: Ez ê hewla çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê bidim

“Xelk li benda pêkanîna hikûmeteke bihêz e ku di xizmeta xelkê de be û daxwazên wan cîbicî bike.”

Hewlêr (K24) – Deriyê Koşka Selam a Bexdayê bi awayekî fermî li ber Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd vebû û di gotarekê de hewlên avakirina pêwendiyeke baş di navbera hêzên siyasî yên welat û çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûra welat anî ziman.

Îro duşemê 17ê Cotmehê, li Koşka Selam a Bexdayê merasîma destbikarkirina Letîf Reşîd wek Serokomarê Iraqê birêve çû.

Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd li ser xalîçeya sor derbas bû û deriyê Koşka Selam li rûyê wî hat vekirin. Serokomar li ber hejmarek mêvanan ku di nav holê de rûniştibûn, gotarek pêşkêş kir û spasiya hemû wan aliyan kir ku hewla bihêzkirina Iraqê didin.

Letîf Reşîd diyar kir ku ew hewla avakirina pêwendiyeke baş û bihêz di navbera hêzên siyasî yên Iraqê de bide û got: “Xelk li benda pêkanîna hikûmeteke bihêz e ku di xizmeta xelkê de be û daxwazên wan cîbicî bike.”

Serokomar tevî spasî û pesnê qurbanîdana hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê, ragihand: “Ez ê destûr û serwetên welat biparêzim û hewla avakirina pêwendiyeke hevseng ligel welatên cîran û civaka navdewletî bidim.”

Letîf Reşîd tekez kir ku ew ê li gor destûrê, hewla çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê bide û got: “Ez ê di demeke gelek nêz de, bernameya xwe ji bo xelkê Iraqê eşkere bikim.”

Fly Erbil Advertisment