Li Diyarbekirê ji bo hişyariya penceşêra memikan çalakî hat lidarxistin

Bi mebesta balkişandin û hişyariya nexweşiya pençeşêra memikan, li Diyarbekirê Komeleya Gencbir û kompanyake veguhastinê çalakî li dar xist.

Diyarbekirê (K24) - Bi mebesta balkişandin û hişyariya nexweşiya pençeşêra memikan, li Diyarbekirê Komeleya Gencbir û kompanyake veguhastinê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de bal hat kişandin ku li hemû cîhanê ji 1’ê Cotmehê heta 31 ‘ê Cotmehê wek serdema peydakirina hişyariya pençeşêra memikan tê zanîn û bi van çalakiyan ew jî dixwazin, hişyariya nexweşiyan peyda bikin.

Otobuseke ku bi rengê sîf û dirûşmên hişyariya tenduristiyê li ser hatine hûnandin, dê di navbera Diyarbekir û Wanê de seferan bike û hewla hişyarî û baldariya nexweşiya pençeşêra memik bide.

Salîh Yuce di 20 salîya xwe de, bi nexweşiya pençeşêra memikan dikeve û tîne ziman ku bi saya nexweşiya wî zû hatiye teşxîskirin, wî wê  nexweşiyê têkbiriye û bi Komeleya Gençbirê jî, dixwaze ku hişyariya vê nexweşiyê û girîngiya tenduristiyê bi civakê bide zanîn.

Serokê Komeleya Gençbîr-Derê Salîh Yuce ji K24ê re diyar kir: “Dema ku ez di temenê xwe yê ciwan de bi wê nexweşiyê ketim, wek derûnî jî min gelek zehmetiyan kişand. Lê piştre, min zanî ku nexweşî hebe, çareserî jî hene.  Min êdî hem tedawiya xwe berdewam kir, hem jî komeleyê ava kir û hişyariyên pençeşêrê û girîngiya zû zanîn û destpêkirina tedawiya van nexweşiyan ji welatiyan re ragihand. Îro bi vê çalakiyê jî êdî bi piştgriya Bestvanê, otobuseke taybet, dê li nabera Wan û Diyarbekirê, baladarî û hişyarîyan peyda bike.”

Rêvebirên kompanyayê balê dikşînin ku hemû aliyên civakî, divê di tenduristiya civakê de, bi berpirsyarî û hişyarî tevbigerin.

Rêvebira Kompaniya Bestvanê Îrem Bayram ji K24ê re ragihand: “Di meha dehan de, li hemû cîhanê çalakî tên kirin, da ku hişyarî bidin, nexweşiya pençer a memikan heye. Heger ku em zû bizanin ew nexweşî heye, dermankirina wê gelek hêsan e.  Lê heger ku dem di serde derbas bibe, nexweşî ji hedekî derbas bike jî, tedawî gelek zehmet dibe. Ji ber vê yekê jî em dixwazin bi vê otobusa me ya pîvazî (sîfî)  hişyariyan bidin ku kî vê otobusa me bibîne, biçe xwe mueyne bike û hêvîdar im ti kes bi ber vê nexweşiyê nekeve, lê ku ev nexweşî hebe jî bikare zûtir dem dest bi tedawiya xwe bike.”

Bijîşkên ku li ser cûreyên pençeşêrê lêkolînan dikin jî balê dikşînin ku bi taybet ji ber ku jin şerm dikin, nexweşiyên xwe yên memikan nabêjin, lê divê civak ji vê xweletiyê xwe rizgar bike, her nexweşiyeke ku jê şik dikin, biçin û teşxîsê wan bikin. 

Fly Erbil Advertisment