Çîroka malbateke Êzidî ya Efrînî li navçeya Şêxanê

Malbateke Êzidî ya ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, li navçeya Şêxanê ya Başûrê Kurdistanê bi cih bûye û ew hêvî dikin, careke din vegerin ser axa bav û bapîrên xwe.

Şêxan (K24) - Malbateke Êzidî ya ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, li navçeya Şêxanê ya Başûrê Kurdistanê bi cih bûye û ew hêvî dikin, careke din vegerin ser axa bav û bapîrên xwe.

Endamekî malbata Efrînî ku li navçeya Şêxanê jî karê bav û kalan yê berhemanîna zeytûnan didomînin, dibêje: “Ji bo me gelek giran e, wextê em pê dihesin mal û milkê me ketiye çi rewşê, ewqas bav û bapîrên me tê de westiyan, heta gihandin me, dawiya dawî em gihîştin ji çete û dijminan re bihêlin. Erebên ku mal û milkên me birin, di bin destê me de dixebitîn, dihatin zeytûnê me dikirîn, îro jî wan her tiştên me birin, em îro aware bûn û tiştek ji me re nema. Xwedê heqê me ji wan bistîne.”

Mam Îso rondikan dibarîne û sed fikr û raman di naxê wî de ne, hêviya wî ew e ku careke din vegere ser ax û rez û milkê xwe, her çiqas li Kurdistanê ye, lê cihê bav û bapîrên xwe, ji her derên din şêrîntir dibîne.

Mam Îso diyar kir: “Wextê berî em cihê xwe bihêlin û bêne vê derê, em pir rehet bûn, li mala xwe, li nav rizqê xwe, li nav milkê xwe, li nav zeytûnê xwe, dibêjin 'Şam şekir e welat şêrîntir e', ev der jî welatê me ye, miletê me ye, zimanê me ye, koka me ye, em rehet in, lê ne mîna em li mala xwe bûn.”

Beriya çar salan, dema grûpên çekdar ên tundrew Efrîn dagir kirin, zêdetirî nîv milyon Kurd aware bûn û zêdetirî 25 gundên Êzidiyan jî li wê deverê hatine valakirin. Grûpên çekdar dest danîn ser hemû wan gund û bi sedan rezên zeytûnan.