Li Rûsyayê firokeyek kete xwarê
Li Rûsyayê firokeyeke leşkerî li devera Irkutsk li ser avahiyeke du qatî ket.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Rûsyayê firokeyeke leşkerî li devera Irkutsk li ser avahiyeke du qatî ket.
Parêzgarê Irkutsk Igor Kobzev ragihand, firokeyeke leşkerî li ser avahiyeke du qatî ket.
Rayedarên Rûsî eşkere kir ku du pîlotan canê xwe ji dest dane.
Beriya 6 rojan, firokeyeke leşkerî ya ji cûreya Su-34 li nêzîkî Ukraynayê li başûrê bajarê Yeysk li avahiyekê ketibû.
Di wê bûyerê de herî kêm 15 kesan canê xwe ji dest dabûn.