Tirkiyê navenda bajarê Qamişlo bombebaran kir
Hewlêr (K24) – Firokeyeke bêfirokevan a artêşa Tirkiyê navenda bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir, du welatî hatin kuştin û du welatî jî birîndar bûn.
Îro duşemê 24ê Cotmeha 2022yan, çavkaniyekê ji nav bajarê Qamişlo ji K24ê re ragihand, vê êvarê firokeyeke bêfirokevan a Tirkiyê xaleke polîsan a ser bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ya li navenda bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir û di encamê de hejmarek welatî hatin kuştin û birîndarkirin.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan jî ragihandiye, di encama bombebaranê de du welatî hatine kuştin û du welatî jî birîndar bûne.
Li gor Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan, ji destpêka sala 2022yan heta niha, ev cara 62emîn e ku firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê navçeyên bin desthilata Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bombebaran dikin û ji ber wan bombebaranan heta niha zêdetirî 170 kesan hatine kuştin û birîndar bûne.