Seroka TTB'ê Şebnem Korur Fîncancî hat binçavkirin
Fîncanci gotibû, hêzên çekdar ên Tirkiyê di operasyonên xwe yên li dijî PKKê de çekên kîmyayî bikar anîne.
Navenda Nûçeyan (K24) – Seroka Yekîtiya Pijîşkên Tirkiyê Şebnem Korur Fîncanci, ji ber ku gotibû artêşa Tirkiye li hember PKKê çeken kîmyayî bikar aniye, li Stenbolê hat binçavkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ragihand, Seroka Yekitiya Pijîşkên Tirkiyê Şebnem Korur Fincanci bi tometa 'propagandaya rêxistina terorê kiriye' û sivikatî li neteweya Tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê, sazî û organên dewletê kiriye li Stenbolê hat binçavkirin û lêpirsîn daye destpêkirin.
Her wiha Serdozgeriya Komarê ya Enqerê daxwaz Dadgeha Sivîl a Enqerê kir jî, Fîncancî ji kar were dûrxistin.
Seroka Yekîtiya Pijîşkên Tirkiyê Şebnem Korur Fîncanci gotibû, hêzên çekdar ên Tirkiyê di operasyonên xwe yên li dijî PKKê de çekên kîmyayî bikar anîne.
Roja Sêşemê 18ê Cotmeha 2022an, Navenda Parastina Gel (NPG) nasnameya 17 çekdarên Hêzên Parastina Gel (HPG) eşkere kir û got ku ew di encama êrîşên artêşa Tirkiyê yên bi çekên kîmyayî de hatine kuştin.
HDP jî di wê derbarê de bang li Neteweyên Yekgirtî û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyeyî (OPCW) jî kir ku bikaranîna çekê kimyeyî tawana şerî ye û divê ev bûyer werin lêkolînkirin.
Ji aliyê xwe ve jî, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî van îdîayan red dike û diyar dike ku di komgehên hêzên çekdar ên Tirkiyê de, çekên kîmyewî tune ne.