Mesrûr Barzanî: Berê samanên Kurdistanê ji bo wêrankirina wê hatin bikaranîn, niha em ji bo avakirinê bi kar tînin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîma vekirina parzûngeha petrolê ya Lanazê de diyar kir, ew parzûngeh gelek pêşketî ye û li ser bingeha standardên cîhanî hatiye avakirin û destxweşî li Kompaniya Lanazê û veberhêneran kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîma vekirina parzûngeha petrolê ya Lanazê de diyar kir, ew parzûngeh gelek pêşketî ye û li ser bingeha standardên cîhanî hatiye avakirin û destxweşî li Kompaniya Lanazê û veberhêneran kir.
Îro çarşemê 26ê Cotmehê, bi amadebûna rayedarên navxwe û dîplomatên çend welatên biyanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî parzûngeha petrolê ya Lanazê vekir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand, ji bilî ku welatiyên Herêma Kurdistanê dê ji vê parzûngehê sûdmend bibin, ev parzûngeh bûye cihek ji bo pêkanîna derfetên kar û ev jî yek ji wê bernameyê ye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî berdewam pêştgiriya wê dike.
Parzûngeha Lanazê li ser rûberê 620 donim erd hatiye çêkirin û dike ser rêya Kiwêr a li rojavayê bajarê Hewlêra paytext. Şiyana rojane 75 hezar bermîl petrola xav a wê parzûngehê heye.
Mesrûr Barzanî di gotara xwe de bal kişand ser dewlemendiya Herêma Kurdistanê ji aliyê samanên sirûştî ve û got: “Rejîmên berê tenê ji bo xwe pirçekkirinê û çewisandina xelkê û wêrankirinê, sûdê ji wan samanan werdigirt, loma em heta beriya Raperînê jî nekarî sûdê ji vê nîmeta Xwedê bibînin.”
Serokwezîr destnîşan kir: “Piştre destûr hat nivîsandin û em çaverê bûn ku desthilatdarên Bexdayê destûrê weke xwe cîbicî bikin, lê mixabin ev nehat kirin û destûr di berjewendiya hinek kesan de hat cîbicîkirin û xelkê Herêma Kurdistanê û Iraqê jê sûdmend nebûn.”
Di gotara xwe de Mesrûr Barzanî bal kişand ser samanên Iraqê û got: “Li Iraqê samaneke baş heye, lê belê îdarekirineke xirab heye.”
Herwiha diyar kir ku binpêkirina destûrê yek ji xeletiyan bûye ku heta niha jî berdewam e û got: “Em hêvî dikin piştî destbikarkirina hikûmeta nû ya Iraqê, yasayek ji bo petrol û gazê amade bikin û li parlamentoyê were pesendkirin û di xizmeta xelkê de be.”