KCK banga lêkolînkirina di êrîşên kîmayayî de dike

Navenda Nûçeyan (K24) – KCK dibêje ku heta niha 80 gerîlayên wan ji ber çekên qedexe yên arteşa Tirkiyê canê xwe ji dest dane û banga lêkolînê li Netewên Yegirtî dike.

Koma Civakên Kurdistanê (KCK), derbarê mijara bikaranîna çekên qedexe li devera Zapê ji aliyê arteşa Tirkiyê ve ku ev demek e bûye rojev, daxuyaniyek belav kir.

KCKê bang li Netewên Yekgirtî û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyayî kir ku lêkolîn li ser çekên qedexe yên di destê arteşa Tirkiyê de ne bike.

KCK dibêje, ji bo rastiya çekên qedexe eşkere bibe divê şandên serbixwe biçin cihê şer û lêkolîn bikin.

KCK diyar jî dike heta niha, 80 gerîlayên wan ji ber çekên qedexe yên artêşa Tirkiyê canê xwe ji dest dane.