Di karnameya hikûmeta nû ya Iraqê de mijarên herî girîng ên girêdayî Herêma Kurdistanê
Serokwezîrê destnîşankirî yê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro 27ê Cotmeha 2022yan karnameya hikûmeta xwe belav kir.
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê destnîşankirî yê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro 27ê Cotmeha 2022yan karnameya hikûmeta xwe belav kir û di karnameyê de li ser dosye û biryarên ku girêdayî Herêma Kurdistanê ne, tekezî li ser hevahengiya navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Li gorî beşek karnameya hikûmeta Sûdanî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal dê di nava 6 mehan de, projeyasaya petrol û gazê û bûdceyê li gorî destûra Iraqê amade bikin.
Di karnameyê de hatiye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê dê bi piştevaniya hêzên siyasî yên ku li ser vê ajandayê li hev kirine, li ser mijarên petrol û bûdceyê gotûbêj bikin, heta derxistina yasaya petrol û gazê li gorî destûrê di heya şeş mehan de.
Ji bo dariştina yasaya petrol û gazê di karnameya Sûdanî de hatiye, komîteyeke taybet ji bo karûbarên yasayî, darayî û sotemeniyê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê ve tê pêkanîn.
Yek ji wan xalên li nav karnameyê, diyarkirin û xerckirina heqên darayî yên wan welatiyan e, ku biryarên Lijneya Bilind a Cîbicîkirina Madeya 140 digrin û dubare pêkanîna lijneyeke bilind piştî mehekê ji pêkanîna hikûmetê.
Derbarê wan hêzên di nav bajaran de ne, di karnameya hikûmetê de hatiye, divê artêş, polîsê federal û Heşda Şeibî biçin derveyş bajaran û li şûna wan polîsê xwecihî û dezgehên ewlehiyê dosyeya ewlehiya nav bajaran bigrin destê xwe.
Li ser hêzên li nav bajarê Kerkûkê hene, di karnameya hikûmetê de hatiye diyarkirin, Fewca Hawarçûnê dê ji xelkê Kerkûkê were pêkanîn, da ku dosyeya ewlehiyê ya parêzgehê bigrin destê xwe, ji bo vê mebestê jî hemû pêwîstiyên wan ji wan re werin dabînkirin.
Dema hilbijartina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê di karnameya wezarî de hatiye behskirin û hatiye diyarkirin ku hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dê ligel hilbijartinên hemû parêzgehên din were kirin, li gor yasaya derçû ku dema wê di ser damezrandina hikûmetê re ji salekê zêdetir nebe.
Rêkeftina Şingalê yek ji wan mijaran e ku di karnameyê de hatiye behskirin, rêkeftina Şingalê di nav bernameya hikûmeta bê de bi cûreyekê cih bigre ku asayîş û aramî bo navçeya Şingalê were vegerandin.
Temamkirina rêkarên rêkeftina li ser tijekirina valahiya ewlehiyê ya navbera xeta berevanî ya hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê û hêzên Iraqê.
Li ser girêdana wan dibistanên Kurdî yên dikevin derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, di karnameyê de hatiye, ew dibistan hemû dê biçin ser Rêveberiya Giştî ya Xwendina Kurdî ya Wezareta Perwerde ya Iraqê û veguhestina xizmetguzariyên wan bo wê reveberiyê.
Di karnameya hikûmetê de hatiye destnîşankirin, hemû partiyên Kurdistanî mafên wan ên çalakiya siyasî ya destûrî heye li Mûsil, Kerkûk, Diyala û Selahedîn, divê baregehên wan werin valakirin ku dest bi ser wan de hatine girtin.