Teqînekê bakurê rojhilatê Bexdayê hejand
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, teqînek li bakurê rojhilata Bexdayê rû da.
Jêderekî ji Kurdistan24ê re ragihand, di encama teqîna li taxa Binok a Bexdayê de, 4 kesan canê xwe ji dest dane û 3 kes jî birîndar bûn.
Wî jêderî eşkere kir ku sedema teqînê, tankereke gazê bû û gelek avahiyên li nêzîkî cihê bûyerê jî wêran bûne.
Amaje bi wê yekê jî kir, ku heta niha hêzên ewlehiyê li ser wê bûyerê lêkolînan dikin, ji ber ku heya nayê zanîn ka sedema teqîna tankê ji ber çi bûye.