Hejmara qurbaniyên teqîna Bexdayê zêde bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderên ewlekarî ragihandin ku di encama teqîna tankereke sotemeniyê de li bakurê rojhilata paytext Bexdayê, 9 welatiyên sivîl hatin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn.
Jêderekî ewlekarî ji K24ê re ragihand, di encama teqînê de “9 kes şehîd bûn û 13 kes jî birîndar bûne.
Teqîn di nava tankekê de li taxa Binok pêk hat û perçeyên wê ber bi stadyumeke futbolê ya xwecihî û qehwexaneyekê ve firiyan.
Ji aliyê din ve, Rêveberê Giştî yê Berevaniya Şaristanî ya Iraqê Kazim Selman Burhan ji Kurdistan24ê re ragihand, hejmara kuştiyên teqîna li Bexdayê gihîşt 9 kesan û 13 jî birîndar bûn.
Şaneya Ragihandina Ewlekariyê jî di daxuyaniya de got: “Hêzên ewlehiyê yên di çarçoveya Fermandariya Operasyonên Bexdayê de dest bi rênimayên pêwîst kirine ji bo zanîna sedemên teqînê.”