Xwendekarên Beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê dest ji fakulteya xwe bernadin
Xwendekarên Beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê biryara valakirina Fakulteya Hiqûqê protesto dikin û li ber deriyê fakulteyê çalakiya rûniştinê li dar dixin.

Diyarbekir (K24) - Xwendekarên Beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê biryara valakirina Fakulteya Hiqûqê protesto dikin û li ber deriyê fakulteyê çalakiya rûniştinê li dar dixin. Baroya Diyarbekir ji bo piştgiriya xwendekaran serdana çalakiyê kir û bang kir ku avahiya lê perwerde tê dayîn neyê valakirin.
Rektoriya Zanîngeha Dîcleyê biryar daye ku Fakulteya Hiqûqê were valakirin û ji bo beşek din were dirustkirin.
Li ser vê yekê jî xwendekarên beşa hiqûqê ji ber ku naxwazin dest ji fakulteya xwe berdin, dest bi çalakiyekê kirine.
Xwendekaran bi daxuyaniyeke çapemeniyê amaje kirin ku bêyî li wan bişêwirin biryara valakirina fakulteyê hatiye dayîn û ew vê yekê qebûl nakin.
Xwendekar her roj demjimêr 12.00ê li ber Avahiya Fakulteya Hiqûqê çalakiya rûniştinê li dar dixin û Baroya Diyarbekir jî ji bo piştgiriyê serdana çalakiya xwendekaran kir.
Serokê Baroya Diyarbekir Nahît Eren anî zimên ku hafizayek ango bîreke girîng a fakulteya hiqûqê heye û tê xwestin ev hafize ji holê were rakirin.
Nahît Eren da zanîn ku ji bo çareseriyê wan ji rektoriyê daxwaza hevdîtinê kiriye û hîn bersiva wan nehatiye dayîn.
Xwendekaran jî dan zanîn ku ji bo perwerdehiyê avahiyeke nû ji bo wan hatiye amadekirin, lê şert û mercên avahiya nû jî ji bo perwerdehiyê ne guncaw in.
Xwendekar dibêjin Avahiya Fakulteya Hiqûqê ji bo beşa tendirustiyê dê were dirustkirin û eger ji bo perwerdehiya beşek din guncaw e wê demê çima ji xwendekarên hiqûqê tê standin.
Herwiha xwendekaran bi çepikan û bi dirûşmeyan biryar protesto kirin û dan zanîn ku ew dest ji fakulteya xwe bernadin.