Parlamenterekî Iraqî di nava hola parlamentoyê de canê xwe ji dest da

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê Iraqê yê ji Firaksiyona Dewleta Yasa Mehmûd Şakir Selamî îro Çarşemê dema di nava hola parlamentoyê de bû, koça dawî kir.

Selamî piştî ku bilez ji aliyê tîmên bijîşkî yên li hundirê parlamentoyê ve lê hate nêrîn, ew ji bo nexweşxaneyê hat veguhestin û piştî gihîştina nexweşxaneya li nava Navçeya Kesk, wî canê xwe ji dest da.

Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî sersaxî li malbata parlamenterê Firaksiyona Dewleta Yasa Mehmûd Şakir El Selamî kir û hevxemiya xwe nîşan da.

Ji aliyê xwe ve parlamenter Mihemed El-Sihûd got, Selamî di hundirê avahiya parlamentoyê de jiyana xwe ji dest da, bêyî ku ti nexweşiyeke wî hebe.